Jiyannameya birêz Yehya Elewî ferd



Kurteyêk li ser jiyana Yehya Elewî Ferd - Yehya Elewî Ferd li sala 1973, li bajarê Bijnûrdêye ustana Xurasana Bakûrî li bakûra rojhilata Îranê hatiye dinê.
Yehya Elewî Ferd yek ji helbestvan, rojnamevan û nivîskarên kurdên kurmance. Wî dersa xwe hetanî kilasa 5 an li gundê Baxçixê xwendiye. Paşê bona kemilandina dersa xwe çûye dibistana gundê cîran. Di sala 2009'an de fakûlteya wêje û zimanê Farsî ya enstîtûya Qomê ya pêdagogiyê temam dike. Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurdiya kurmancî dinivîsîne. Wî zêdetir ji 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. Ew niha li bajarê Qomê dijî û Heta nika zêdetir ji deh pirtûkên wî li Îranê, Îngilistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin. Hinek pirtûkên wî Demsal Balkêş in 2005 Bihara bêdawî 2008 Eva nûtî ye 2008 Were bibîne 2010 Doregerdan 2010 Muhemmed dîsa tê 2010 Şerê Çûçikan 2010 Xwedê ke Her roj Ceng Bê 2010 Rojek Dûmeqeskekê 2011 Mîna Bûkan 2011 Şelpe û Sêv Kurdîya Kurmancî - 2012 Eva nûtî ye Kurdîya Kurmancî - 2012 Xelatên wergirtî Cejnvareya kovarên zarokan û nûciwanan, xelata yekê, 2001 Cejnvareya xwendekaran, xelata duyê ya beşa helbestê, 2002 Cejnvareya nivîskarên baştir li IRIB, xelata yekê, 2004 Cejnvareya hunerên asimanî, li Howzehên Iran, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009 Pirtûka demsala Iranê, xelata yekê, 2009 Cejnvareya neteweyîa Bahar li zanîngehên Iranê, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009 Cejnvareya neteweyîa Seqeliyn li zanîngehên Iranê, xelata duyê, 2009 Pitûka sala parîzgeha Qom, xelata yekê, 2009 Cejnvareya neteweyîa Quran li zanîngehên Iranê, xelata sisê ya beşa helbestê, 2010 Cejnvareya malperan libarey aşûra, xelata yekê, 2010 Cejnvareya neteweyîa pirtûka zarokan, xelata yekê, 2011 Cejnvareya helbesta işraq, xelata yekê, 2012 Çend nimûne ji şêrên Yehya Elewî Ferd 
ŞELPE Û SÊV 
Şelpe û sêv bi hevra 
Li ser darek hişîn bûn 
Bi hevra av vexwarin 
Ber bi tavê kûtel çûn 

Şelpe û sêv bûne sor 
Ketin li ber darê xwe 
Îro mirin bi hevra 
Teva kirin karê xwe 

Ew sêva xelkê bir û 
Bi destî xwe beref kir 
Şelpe li bin darê ma 
Şemali bir telef kir 

Hişîn bûne sor bûne 
Çûne li vir nemane 
Hinik natî şelpan e 
Hinik mîna sêvan e

ÇÎYAN 
Çîya xwedênasin 
Mîna îmamanin 
Welatê kurdanin 
Şûna kilamanin 

Çîyan tijî rengin 
Çîyan tijî dengin 
Çîyan birayênme 
Çîyan sa me xwengin 

Mîna dê bavek rind 
Xwarin dane ber me 
Ava çîyan sare 
Nanî çîyan germe 

Mîna dapîra me 
Mîna bapîrê me 
Şûnî çîyan wextek 
Neçe ji bîra me


مشخصات

تبلیغات

محل تبلیغات شما
محل تبلیغات شما

آخرین ارسال ها

عکس آقای خامنه ای

آخرین جستجو ها